Landeshauptstadt Dresden - bibo.dresden.de

https://www.bibo-dresden.de/de/benutzung/information-in-various-languages/kurmanci.php 22.08.2023 11:33:19 Uhr 06.05.2024 09:54:42 Uhr

Kurmancî

(Kurmanji/Kurdish - Kurmandschi/Kurdisch)

Agahiyên li ser sûdwergirtina ji pirtûkxaneyên abajrê Drêsdênê (Dresden)

1. Bi xêr hatî bo pirtûkxaneyên bajarê Drêsdênê

Tu dikarî bi awayê belaş seredana pirtûkxaneyên me bikî. Her wiha hemî îmkan û mîdyayên me jibo bikaranîna li nav pirtûkxaneyê bi awayê belaş li ber destê te ne.

Heke te dixwazî bi temamî ji xizmetan sûd werbigirî, te hewcetî bi karta pirtûkxaneyên bajarê Drêsdênê heye. Ev karta endamtiyê li hemî pirtûkxaneyên bajarê Drêsdênê tê naskirin.

Bi vê karta endamtiyê tu dikarî:

  • Mîdyayan ji pirtûkxaneyê wek amanet bistînî, her wiha Moletên amanetê dirêj bikî,
  • ji cihên xebata bi înternetê, dezgehên belavkirinê û projektorê sûdê werbigirî,
  • Xizmetên me yên berxet anku Online bi kar bînî û wek mînak pirtûkên elektronîkî bar bikî

2. Navnivîsîn

Jibo wergirtina karta endamtiyê divê ku navê xwe li pirtûkxaneyê binivîsî. Navnivîsîn tenê bi hebûna te bixwe pêk tê.

Xebitandina karta endamtiyê tenê ji aliyê xwediyê kartê va rêpêdayî ye. Xwediyê kartê berpirsê dûhatên neçêbikaranîna kesên ne-rêpêdayî ji kartê ye.

2.1 Belgeyên Pêwîst

Jibo navnivîsînê ji kerema xwe belgeyên jêrê raber bike:

  • Mezin û Nûciwan
    Belgeyên pêderxistina pênaseyê (wek Pasport, destûra mayînê, destûra mayîna demkî)
    Belgeyên pêderxistina navnîşanê (wek mînak belgeya tomarkirina cihê mayînê, pasporta Drêsdênê, belgeya radestkirinê)
  • Nûciwanên ku hîn belgeya wan a pêderxistina pênaseyê tune
    Karta naskirinê ya zarokê, karta xwendevaniyê (Tenê karta lastîkî ya wênedar rêpêdayî ye) an kopyaya belgeya pêderxistina pênaseya kesê ku mafê xwe yê sergêriya zarokê heye.

Zarok dikarin ji temenê 6 saletiya temam va Navê xwe li pirtûkxaneyê tomar bikin. Derbarê zarokên bin temenê 14 salî, kesê xwedan mafê sergêriya zarok bi wajoya xwe berpirsiyariya cebirandina ziyanê dide ser milê xwe.

2.2 Xercên sûdwergirtina ji Pirtûkxaneyê
  • Xercê bikaranînê bi qasî 12 mehan:
Koma bikarhêner Xercê bikaranînê bi qasî 12 mehan
Malbat 30.00 Euro
Malbat heke aboneya wan hebe 25.00 Euro
Kesên mezizn 20.00 Euro
Kesên mezin heke aboneya wan hebe 15.00 Euro
Zarok û nûciwanên heta 17 salî Belaş
Xwediyên pasporta Drêdsdênê heke vê pasportê nîşan bide Belaş
  • Xercê bikaranînê bi qasî 6 mehan:
Koma bikarhêner Xercê bikaranînê bi qasî 6 mehan
Kesên mezin 10.00 Euro
2.3 Guhertina agahiyên kesane, wendabûna karta endamtiyê

Guhertina agahiyên kesane û wendabûna karta endamtiyê divê bilez ji pirtûkxaneyê ra were ragihandin.
Xercê karta ducarî:

Koma bikarhêner Xercê
Jibo yên mezin û nûciwanên mezintir ji 14 salî 5.00 Euro
Ji bo zarokan 2.50 Euro

3. Behrewergirtina ji xizmetên Înternetê

Di malpera www.bibo-dresden.de tu diakrî malperên înternetî yên pirtûkxaneyên bajarê Drêsdênê bibînî. Li vê malperê tu agahiyên zehf derbarê rewşa bikaranîna pirtûkxaneyan, demên çalakiyê, navnîşan, hejmara têlêfonê yên pirtûkxaneyên bajêr, xizmetên wan ên taybet, rûdan û berpirsên wan ên bersivdayînê dibînî.

Kataloga serhêl a pirtûkxaneyên bajarê Dresden li vir tê dîtin: katalog.bibo-dresden.de. Hûn dikarin pêşniyarên meyên dîjîtal ên wekî medya elektronîkî, fêrbûna elektronîkî û her weha weşana muzîk û fîlimê li vir bibînin: www.ebibo-dresden.de.

Tu wek bikarhênerê navnivîsandî ji riya kataloga serhêl dikarî bikevî nas hisaba xwe. Jibo ketina nav hisaba xwe, te divê ku hejmara bikarêner û nihêniya derbasbûnê hebe Tu dikarî hejmara xwe ya bikarêneriyê li ser karta endamtiyê bibînî. Nihêniya derbasbûnê ya ji pêşva diyarkirî pêkhatî ji 4 reqemên roja jdayîkbûna te ye (Roja jidayîkbûnê: 09.08.1960 – Nihêniya derbasbûnê: 0908). Ji ber hegerên ewlehiyê, pêşniyar tê kirin ku nihêniya xwe biguherînî.

4. Bikaranîna mîdyayan li derveyî pirtûkxaneyê

4.1 Amanet wergirtin

Li hinek ji pirtûkxaneyan amanetwergirtin (û Her wiha vegerandin) li pergaên taybet ên tomarkirina xwebixwe û li hinek ji pirtûkxaneyan li maseya amanetê ji aliyê kedkarên pirtûkxaneyê va pêk tê.

Tu ji bo amanetwergirtina mîdyayan li derveyî pirtûkxaneyê di her du rewşan da hewcedarê karta xwe ya endamtiyê yî.

Dema amanetwergirtinê ji riya pergalên tomarkirina xwebixwe bi pelandina pişkoka "Dawî" pêvajoya tomarkirinê bikemilîne. Eger ji ber amanetwergirtinê ji aliyê bikarênerên din va ziyanek pêk were, bi bikaranîna hisaba bikarêneriyê ya girênedayî li pergalên tomarkirina xwebixwe, kesê xwediyê hisabê berpirsê cebirandina ziyanê ye.

Dema amanetwergirtinê jibo her yek ji mîdyayan belgeya amanetê ya roja vegerandinê li ser heye, radestî te tê kirin. Îmkana bibîrxistina dawiya moleya amanetê ji bo te ji riya Email an kurtepeyamê (SMS) jî heye. Pirtûkxaney garantiya van xizmetên tekmîlî dke.

4.2 Moletên Amanetwergirtinê

Moletên amanetwergirtinê jibo cûreyên mîdyayên cûrbicûr ciyawaz e.

  • 8 Hefte
    Notên Mûzîkê
  • 4 Hefte
    Pirtûk, nexşe, kombînasyona medyayî, kursên zimanê, lîstik, lîstikên konsolî, CD-ROM
  • 2 Hefte
    Kovar, rojname, CD, LP, DVD, dîskên Blu-ray

Mîdyayên amanetwergirtî nabe ku bo kesên sêyem bên radestkirin

Ji kerema xwe beriya amanetwergirtinê ji saxlembûn, nebûna nivîşkaniyê û kamilbûna mîdyayên hilbijartî dilniya û piştrast be û ziyanên ku dibînî bilez ji kedkarên me ra bêje.

4.3 Vegerandin

Her mîdyaya amanetgirtî divê heta dema diyarkirî bo pirtûkxaneyê were vegerandin. Dema vegerandinê dikarî jibo her mîdyayekê li ser belgeya amanetê û li nav hisaba xwe bibînî. Vegerandina amanetê li hemî pirtûkxaneyên bajêr pêkan e û her kesek dikare vî karî bike.

Heke amanetê vegrînî pirtûkxaneyekê ku mîdya ya wê nînin, xercê cîbicîkirinê bi qasî 0.20 Euroyî pêka her mîdyayekê tê wergirtin.

4.4 Dirêjkirina dema amanetê

Moleta amanetê beriya bidawîhatinê dikare carekê bi qasî moleta amaneta diyarkirî were dirêjkirin, bi wê mercê ku hegerên navxweyî yênn têkildarî pirtûkxaneyê li dijî vî karî tunebin (Wek mînak rezerva pêşîn ji aliyê bikarênerekî din). Dirêjkirina dema amanetê ji riya têlêfonê, seredana hizûrî li kedkaran li maseya amanetê an ji aliyê bikarêner bixwe ji riya hisaba kesane pêkan e. Tu dikarî ji riya Kataloga Online li malpera katalog.bibo-dresden.de bikevî nav hisaba xwe.

Ji kerena xwe serketîbûna operasiyona xwe dirêjkirina dema amanetê li hisaba xwe hilkolîne. Eger şik û gumanek heye, agahiyên parastî li hisaba te ya bikaranînê şert e.

4.5 Tomarkirina seretayî / Rezerv

Tu dikarî mîdyayên bi amanet wergirtî an mîdyayên ku tenê li pirtûkxaneyên din hene, bi xercê bi qasî 1.20 Euroyî li pirtûkxaneya bajarî ya têkildar ji bo xwe rezerv bikî.

Eger mîdya jibo amanetê hebe, pirtûkxaneyê ji riya name, Email an SMS'ê radigihîne te. Mîdyayên ji pêşve rezervkirî bi qasî hefteyekê jibo amanetê li pirtûkxaneya têkildar hene. Heta eger tu mîdyaya rezervkirî amanet nestînî, xercê wê j te tê istandin.

4.6 Xercê derengiyê / Cubrankirina ziyanê

Heke dema vegerandina amanetê derbas bibe, divê cezaya derengiyê were dayînê.

Xercîn derengkirinê pêk her rojeka vekiriyê û her mîdyayê bi vî rengî ye:

  • Mezin / xort ji 14 salî: 0.40 Euro
  • Zarokên bin 14 salî: 0.20 Euro

Heke amanetan venegrînî tu yê hin hişyariyan werbigirî ku te erkdar dikin ku xercê wan bidî.

4.7 Ziyangihandina li mîdyayan bi wendakirina wan

Mîdyayên wendakirî an ziyandîtî divê dewsa wan were dabînkirin. Ji bo şopandina mîdyayên ku divê dewsa wan were dabînkirin, diravek bi qasî 2.50 Euroyî pêka her mîdyayekê tê istandin.

4.8 Qasa xercê

Heke qasa xercan ji 10.00 Euroyî pêka her hisaba bikarêneriyê seratr biçe, êdî amanetwergirtin û dirêjkirina moleta amaneta mîdyayan her wiha sûdwergirtina ji înternetê li pirtûkxaneyê ne pêkan be.

5. Şîretên giştî

Renge kedkarên pirtûkxaneyê bixwazi ku çente, tûrik û her cûreya alavên rakirina bar û alavên mezin li dolabên bi kilîl ên terxankirî jibo vî karî bên danîn an jibo ragirtinê bên radestkirin. Pirtûkxane tenê eger bi qest sistiyê bike, berpirsê wendabûn an çêbûna zyanê ye.

Ji kerema xwe di heyama hebûna xwe li pirtûkxaneyê halê seredanerên din jî berçav bigire. Liv û tevgerên acizker û anîna heywanan ne-rêpêdayî ye.

Xwarin û vexwarin tenê li atmosfêrên terxankirî bo vê mebestê rêpêdayî ye.

Ji kerema xwe destûrkarên kedkaran berçav bigire.

Dezgehên kopyakişandinê yên heyî li pirtûkxaneyan yên raberkerên xizmetê li derveyî pirtûkxaneyê ne ku xercê kopyakişandinê dabîn dike. Kopyakişandin tenê bi berçavgirtina mafê nivîskar rêpêdayî ye.

Pirtûkxane tu cûre berpirsiyariyekê derheqê ziyanên lêketî li amûrên belavker an kampiyûteran ji ber bikaranîna Nerm-Alav an Sextalava heyî (wek mînak Dij-Vîrûs (Antî Vîrûs)) qebûl nake.

Tu dikarî hûrgilliyên zêdetir li palakardên mercên bikaranînê û rêzikên pirtûkxaneyê binînî.

Hevkarên me jibo bersivdayîna bo pirsan li nav pirtûkxaneyê bi dil û can di xizmeta te da ne.